Pizîşkiyan: Encumena Rêberiyê dest bi kar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê ragihand ku piştî kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, "îro Encumena Rêberiyê hatiye hilbijartin û dest bi karên xwe kir."
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan peyameke vîdeoyî belav kir û ragihand, ew dê rêya Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bidomînin ku doh berê sibehê li Tehranê di êrişeke li ser baregeha xwe de hatibû kuştin.
Li gorî gotina Mesûd Pizîşkiyan, ew dê bi alîkarî û amadebûna gelê Îranê yê li qadan, planên Amerîka û Îsraîlê têk bibin.
"Dê şermezar bibin"
Pizîşkiyan got, "Divê Amerîka û Îsraîl bizanin ku dê ji xeynî şermezarî û serşoriyê tiştekî din bi dest nexin.
Gelê me yê ezîz ku îro şîna vî şehîdê mezin digire, bi hebûn û amadebûna xwe ya li mizgeft û kolanan, planên qirêj ên dijminan pûç dikin."
Mesûd Pizîşkiyan her wiha anî zimên, "Hêzên çekdar ên Komara Îslamî bi hêz ji bo têkbirina pêgehên dijminan dixebitin û dê berdewam bikin û wekî her car dê wan bêhêvî bikin."
Encumena Rêberiyê dest bi kar kir
Serokkomarê Îranê behsa qonaxa piştî kuştina Rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî jî kir û got:
"Li gorî Madeya 111an a Destûrê, Encumena Rêberiyê hatiye hilbijartin û dest bi karên xwe kiriye."
Pizîşkiyan tekez kir ku ew dê bi coş û kelecaneke zêdetir rê û rêbaza Rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî bidomînin.