Îran: Em dê tolê hilînin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê ragihand ku kuştina Rêberê Îranê Elî Xamineyî "dê bê ceza nemîne."

Hikûmeta Îranê li ser kuştina Xamineyî daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ew dê tola wî hilînin.

Piştî ku mirina Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî hat ragihandin, hikûmeta Îranê daxuyaniyek belav kir.

Hikûmeta Îranê diyar kir ku Xamineyî di êrişa Amerîka û Îsraîlê de hatiye kuştin û got, "Ev êriş dê bê ceza nemîne."

"Dê poşman bibin"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê bersiva vê êrişê were dayîn û hat gotin:

"Bikirên êrişê û kesên ku fermana êrişê daye dê poşman bibin."

Serokkomariya Îranê jî derbarê mijarê daxuyaniyek da û got ku êrişa li hemberî Xamineyî "bê ceza namîne."

40 roj şîna giştî

Li aliyê din, Hikûmeta Îranê 40 roj şîna giştî ragihand.

Her wiha hat eşkerekirin ku saziyên fermî û dezgehên dewletê dê 7 rojan girtî bimînin û betlaneya giştî ye.