Fermandarê nû yê Supaya Pasdaran diyar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Ehmed Wehîdî li şûna Fermandarê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpur hatiye tayînkirin.
Hatibû diyarkirin ku Mihemed Pakpur di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê de hatiye kuştin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê doh ragihandibû ku wan li dijî Îranê dest bi "êrişeke rêlibergirtinê"kiriye.
Yekser piştî wê, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî piştrast kir ku ew jî tevlî êrişê bûne.
Êrişên dualî didomin
Li Tehrana paytexta Îranê dengê teqînan hat bihîstin û hat diyarkirin ku dê êrişa hevpar a Amerîka û Îsraîlê "berfireh" be.
Supaya Pasdaran ragihand ku wan wekî bersivê bi mûşek û dronan dest bi êrişkirina Îsraîlê kiriye.
Êrişên dualî di roja xwe ya duyemîn de jî didomin.
7 rayedarên bilind hatin kuştin
Îsraîlê eşkere kir ku 7 rayedarên Îranî hatine kuştin.
Di nav wan de Şêwirmendê Ewlehiyê Elî Şemxanî, Fermandarê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpur û Wezîrê Parastinê Ezîz Nasirzade jî hene.
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku Sererkanê Giştî yê Îranê Ebdulrehîm Mûsewî jî hatiye kuştin.
Ehmed Wehîdî li şûna Fermandarê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpur hat tayînkirin.