Birêvebirê Îstixbarata Polîsan a Îranê hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Birêvebirê Îstixbarata Polîsan a wî welatî di encama êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li Tehran û çend deverên din de hatiye kuştin.
Medyaya fermî ya Îranê belav kir ku Birêvebirê Îstixbarata Polîsên Îranê Xulamreza Rezayan di encama êrişên asmanî de hatiye kuştin.
Êrişên li ser 24 parêzgehan
Ev derba nû ya li dijî serkirdayetiya leşkerî ya Îranê di demekê de ye ku Amerîka û Îsraîlê ji berbangê roja 28ê Sibata 2026an ve êrişeke hevpar û berfireh biriye ser 24 parêzgehên Îranê û çendîn navendên hestyar kirine armanc.
Bersiva Îranê û berdewamiya êrişan
Wekî bersivekê ji bo wan êrişan, Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşekên balîstîk û dronan çend pêlên êrişan birin ser baregehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê û her wiha li dijî Îsraîlê.
Lê belê êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê bi armanckirina berpirsên bilind didomin.
Di çarçoveya van êrişan de, Rêberê Komara Îslamiya Îranê Rlî Xamineyî, Şêwirmendê Siyasî yê Xamineyî Alî Şemxanî û Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpur hatin kuştin.