Li Tehrana paytexta Îranê teqînên bihêz çêbûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêmên navendî yên Tehrana paytexta Îranê ya ku di bin êrişên Amerîka û Îsraîlê de ye, teqînên bihêz çêbûn.

Ji ber teqînên li bakurrojhilat, rojava û navenda Tehranê dûmaneke zêde derket.

Ev dûman ji deverên gelekî dûr ên bajêr jî hat dîtin.

Li aliyê din, li gorî malpera nûçeyan a "Hemşehrî" ya Îranê, di heman dema teqînên li Tehranê de li bajarê Kerecê jî dengê teqînan hatiye bihîstin.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê ji 28ê Sibatê ve berdewam dikin.