Navenda Nûçeyan - Serokê Parlamentoya Îranê, Elî Larîcanî da xuyakirin ku hebûna şêwirmendên leşkerî yên Îranî li nav axa Sûriyê li ser daxwaza hikûmeta Şamê bûye.
Serokê Parlamentoya Îranê, Elî Larîcanî bersiva daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo da, ku gotibû divê hêzên Îranê ji nav Sûriyê derkevin.
Wek bersivdayinekê li hember wê daxuyaniyên Mike Pompeo, Serokê Parlamentoya Îranê, Elî Larîcanî ragihand, ku Amerîka DAIŞ çê kiriye, daku êrîşî ser Sûriyê û Îranê bike û rê li ber deketina şer li deverê veke.
Larîcanî da xuyakirin ku, hebûna şêwirmendên leşkerî yên Îranê li nav axa Sûriyê li ser daxwaza hikûmeta wî welatî bûye.
Berî vê yekê jî, serokê Sûriyê Beşar Esed di daxuyaniyekê de gotibû, ku hêzên Îranê li nav Sûriyê tne ne, bi tenê hejmarek ji şêwirmendên leşkerî bi artêşa Sûriyê re kar dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse