Îranî nazewicin: 4 sedemên sereke hene

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Îranê rêjeya zewacê bi awayekî berçav kêm dibe.

Alîkarê Wezîrê Ciwanan û Werzişê yê Îranê Elî Riza Rehîmî eşkere kir ku li welêt nêzîkî 17 milyon kesên di bin 45 saliyê de hene ku qet nezewicîne.

Rêje metirsîdar e

Elî Riza Rehîmî di daxuyaniyeke xwe ya ji televîzyona dewleta Îranê re de got, ji van 17 milyonan, 9,5 milyon mêr û 7,5 milyon jî jin in.

Wî her wiha da zanîn ku ji sedî 14ê mêrên di ser 45 saliyê re û ji sedî 4ê jinên di heman temenî de qet nezewicîne

Çar sedemên sereke

Li gorî hin pisporên Îranî, li pêşiya zewacê çar astengiyên sereke hene:

  • Pirsgirêkên aborî
  • Kêmasiya xwe-baweriyê
  • Nêzîkatiyên femînîst di nav jinan de
  • Dûrketina mêran ji berpirsiyariyê

Hewlên hikûmetê

Rehîmî anî ziman ku ji bo teşwîqkirina zewacê, wan li seranserê welêt destûr daye 1,500 navendên şêwirmendiya zewacê û par jî 9,800 atolyeyên beriya zewacê hatine lidarxistin.

Li gorî amarên sala 2024an, nifûsa Îranê nêzîkî 90 milyon kesî ye.