‘Siyaseta Îranê ya li hember Başûrê Kurdistanê du rû ye’
Hewlêr (Rûdaw) - Ji aliyê Îranê ve qedexekirina hinardekirina sotemeniyê ji bo Başûrê Kurdistanê bû sedema karvedanên cuda. Beşek ji siyasetmedarên Îranê vê pêngavê weke siyaseteke du rû binav dikin û dibêjin; “Di demekê de ku Îran li dijî gemaroya navdewletî ya ser xwe ye, nabe gelê Herêma Kurdistanê jî bi heman şêwazî siza bike.”
Herwiha, li ser torên civakî jî hinek hemwelatiyan, bi riya haştaga “Dorpêça ser Kurdistanê” nerazîbûna xwe li hember gemarodana Başûrê Kurdistanê nîşan didin.
Hikûmeta Îranê gemaro û dorpêça li hember xwe weke “zalimî” dibîne lê ew jî heman awayî gemaroyê dixe ser welateke din.
Rêberê Îranê Seyîd Elî Xamaneyî ev bi salan e gemaroyên Amerîka û civaka navdewletî yên li dijî welatê xwe, weke sivikatiya li hember gelê Îranê binav dike.
Herwiha, Serokomarê Îranê Hesen Rohanî jî gemaroyan weke karekî bi zalimî dibîne. Ev di demekê de ye, ku Rohanî herdu hilbijartinên serokomariyê bi soza rakirina gemaroya aborî, biserxistiye. Bi nêrîna Hesen Rohanî, dorpêça li ser Îranê destdirêjiya li ser mafê gelê Îranê ye.
Lê gelek kes li ser torên civakî dibêjin: “Madem gemaro tişteke ev hinde xirabe, çima Komara Îslamî ya Îranê li dijî Başûrê Kurdistanê vê rêbazê bikar tîne?”
Emîr Ebtêhac ji Rûhanî re dibêje: “Di serdema hilbijartinan de te digot em li dijî gemaroyan in. Çima li hember gemaroya Iraqê ya li ser Kurdistanê bê dengî?”
Bi nêrîna Ebtêhac gemaroya li ser Kurdistanê ji bo reformxwazan ezmûne ku ev salane dibêjin gemaro kirdarekî dijî mirovahiyê ye.
Beriya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Nîştîmanî ya Îranê Elî Şemxanî got: “Eger Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne emê hemû sînorên xwe bigrin.”
Lê siyasetmedar û berdevkê hikûmeta Mihemed Xatemî, Ebdullah Remezanzade van daxuyaniyan weke dustandartî û du rûtî binav dike. Remezanzade bi twîttekê nivîsî ye: “Eger gemaro ji bo me tal û zalimane be, ji bo Kurdistana Iraqê jî heman awayî ye.”
Gelek kesan jî piştgiriya helwesta Îranê kirine û gemaroya Îranê weke tolhildana li hember gemaroya Îsraîlê ya li ser Kerta Xezayê binav dikin.
Dema ku Îran di bin dorpêça giran a aborî de bû, gelek caran Başûrê Kurdistanê bi bazdan digihişte hewara wî. Lê beriya giştpirsiyê Îran yekemîn welat bû ku geştênx we yên esmanî yên li gel Herêma Kurdistanê rawestand û gemaroya esmanî sepand. Paşî hawirdekirina sotemeniyê da sekinandin.
Rohanî di dema propagandaya hilbijartinê de gotinên xwe yên berî dubare kir û got, “Em dixwazin bi cîhanê re di nava aştiyê de bijîn.” Lê niha hikûmeta wî bi zimanê gef li gel Başûrê Kurdistanê diaxive.