Îranê ji bo bikaranîna dronan biryareke nû da
Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Firokevaniya Sivîl a Îranê ragihand ku ji niha û pê ve bêyî qeydkirinê hemû çalakiyên dronên sivîl li wî welatî qedexe ne.
Medyaya fermî ya Îranê belav kir ku Dezgeha Firokevaniya Sivîl a Îranê di daxuyaniyekê de hişyarî daye xwediyên dronan.
Dezgeha Firokevaniya Sivîl a Îranê gotiye, ji niha û pê ve firîna hemû corên dronan li asmanê welêt qedexe ye û tenê bi qeydkirina dronan di sîstemeke taybet de rê dê ji wan re were dayîn ku bên bikaranîn.
Li gorî daxuyaniyê sîstema taybet a qeydkirina dest pê kiriye û pêwîst e hemû kesên xwedî dron in di sîstemê de drona xwe li ser navê xwe qeyd bikin û hejmareke taybet jê re wergirin.
Li gorî Dezgeha Firokevaniya Sivîl a Îranê, sedema wergirina vê tedbîra nû pêkanîna aramî û kontrolkirina bikaranîna van amûran e.
Bikaranîna her core drona sivîl a neqeydkirî li Îranê wekî neyasayî tê dîtin.
Divê were gotin ku di şerê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê de, dronên Îsraîlê roleke berbiçav di êrişkirina ser hedefên cuda yên li deverên cihê yên Îranê de lîstibûn.