Li Tehranê hewaya qirêjî dikuje: Di 8 rojan de 357 mirî

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Navenda Hawarhatinê ya Tehranê ragihand ku di nava 8 rojan de li Tehranê 357 kesan ji ber hewaya qirêjî mirine.

Birêvebirê Navenda Hawarhatinê ya Tehranê Mihemed Îsmaîl Tewekulî îro li ser hewaya qirêjî ya Tehranê daxuyaniyek da.

Tewekulî diyar kir ku di nava heşt rojên borî de 57 hezar bang li wan hatine kirin û ji sedî 31ê wan bangan têkildarî hewaya qirêj bûne.

Mihemed Îsmaîl Tewekulî got, "Di wan 8 rojan de 357 kesan canê xwe ji dest da ku hewaya qirêj sedema mirina wan bûye."

"Kêmasiya ambulansan heye"

Tewekulî amaje bi kêmasiyên kel û pelan jî kir û got:

"Li Tehranê kêmasiya me ya 400 navendên hawarhatinê û 500 ambulansan heye. Hemû hevkarên me li ser karên xwe ne."

Zêdetirî 10 rojan e hewaya hinek bajarên Îranê qirêjî ye û Tehran yek ji wan parêzgehan e ku herî zêde bêhnvedan tê de hatiye ragihandin.

Par nêzîkî 60 hezar kesî mirin

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, par li wî welatî 58 hezar û 975 kes ji ber qirêjiya hewayê û bandorên wê, li bajarên cuda yên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê mirine.