Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameneyî xwenîşandanên li welat weke “plangeriya dijminan” binav kir û ragihand, dijminên Îranê dixwazin bi van planan ziyanê bigihînin welatê wan.
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameneyî derbarê xwenîşandanên li seranserê Îranê belav bûne, got: “Dijminên me dixwazin nîzama îslamî têk bibin.”
Xamaneyî diyar kir: “Di çend rojên derbasbûyî de dijminên Îranê pere, çek, siyaset û hêza xwe bikar tînin da ku şer derbixin.”
Elî Xamaneyî da xuyakirin, ku ew dixwaze derbarê bûyerên li Îranê de hinek tiştan eşkere bike û got, ku di demekê guncayî de ewê li ser vê yekê biaxive.
Ev 5 roj in li 43 bajar û 21 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi armanca protestokirina rewşa ne baş a aborî, gendelî û ne dadperweriyê xwenîşandanên mezin tên kirin.
Medyaya fermî ya Îranê radigihîne, ku ji ber xwenîşandan û aloziyan, heta niha 17 kesan hatine kuştin.
Nivîsîn: Necmî Salih
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse