Îranê bersiv da Trump: Destwerdan tê wateya têkçûna herêmê

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî li ser gefa Donald Trump got, "Divê Trump bizanibe ku destwerdana Amerîkayê ya di vê mijara navxweyî de tê wateya têkçûna rewşa hemû herêmê û tunekirina berjewendiyên Amerîkayê."

Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bersiv da gefa Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser xwenîşandanên dawî yên li Îranê.

Elî Larîcanî ragihand, "Bi helwesta Trump û  berpirsên Îsraîlê, paşxana bûyerê zelal bû.

Em helwesta esnafên nerazî û kesên têkder ji hev cuda dikin."

Elî Larîcanî hişyari da Amerîkayê wiha anî zimên:

"Pêwîst e Trump bizanibe ku destwerdana Amerîkayê ya di vê mijara navxweyî de tê wateya têkçûna rewşa hemû herêmê û tunekirina berjewendiyên Amerîkayê."

Larîcanî hişyari her wiha got, "Divê gelê Amerîkayê bizanibe ku Trump ev serpêhatî daye destpêkirin. Divê ew agahdarî leşkerên xwe bin."

Gefa Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro derbarê xwenîşandanên dawî de gef li Îranê xwar û got, "Eger hûn xwenîşanderan bikujin em dê bi hawara wan ve biçin."

Trump li ser Social Truthê ragihand, "Eger Îran guleyan berde û bi tundiyê xwenîşanderên aştiyane bikuje ku ev kevneşopiya wan e, Amerîka dê bi hawara wan ve biçe.

Em amade û biçek in û em amade ne ku bilivin."

Çi bûbû?

Grev û xwenîşandana esnafan ji ber bihabûnan û bilindbûna nirxê dolar a li hemberî tumen, êvara 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Tehranê dest pê kir.

Xwenîşandan li parêzgehên wekî Kirmaşan, Loristan, Îlam, Çar Mehal û Bextiyarî, Qûm, Xuzistan, Fars, Îsfehan, Hemedan û Meşhedê belav bûn û heta niha li hinek bajaran alozî derketine.

Li gorî zanyariyên nefermî yên ku heta niha hatine belavkirin, xeynî wan 4 kesên li Loristanê, li bajarê Lordeganê yê Çar Mehal û Bextiyariyê du ciwanên 21 û 28 salî, li Fûladşehra Îsfehanê kesekî bi navê Daryûş Ensarî û li bajarê Fesayê yê parêzgeha Farsê jî xwenîşanderekî 18 salî bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin.

Heta niha hejmara kuştiyan bi awayekî hûr û fermî nehatiye ragihandin.