PJAKê li ser xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) derbarê xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke berfireh belav kir.
PJAKê ragihand ku ew piştgiriya hemû hewldanên demokratîk ên “li dijî dîktatoriyê dikin” û tekez kir ku "berxwedana gel dê bi yekîtiya demokratîk bi ser bikeve."
PJAKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser xwenîşandanên ku 28ê Kanûna Pêşîna 2025an dest pê kirine.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Ev raperîn ji bo şermezarkirina siyasetên aborî û civakî yên Komara Îslamî dest pê kiriye.
Komara Îslamî nêzîkî nîv sedsal e bi rêya polîtîkayên qetilkirin, çewisandin, bêdengkirin û parçekirina civakê hewl dide li ser desthilatê bimîne."
PJAKê hikûmeta Îranê bi talankirina dewlemendiyan tohmetbar kir û got:
"Komara Îslamî dewlemendiyên welêt ji bo şer, destwerdana kar û barên welatên din û piştgiriya komên tundrew bi kar tîne û ev yek bûye sedema krîza aborî."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev tevger berdewamiya şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ye û hat gotin:
"Ji bo derbasbûna ji krîzan û çareserkirina pirsgirêkan ji derveyî yekîtiyê ti rêyên din nînin."
Her wiha hat xwestin ku jin û ciwan pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin.
PJAKê hişyarî da desthilatdaran û anî ziman:
"Hewldanên ji bo bêdengkirina daxwazên rewa yên gel dê bêencam bimînin.
Desthilatê dengê şoreşa gel bihîstiye û ji bilî teslîmbûna li hemberî daxwazên gel ti çareyên wan nemane."
Trump gef xwar
Donald Trump gef li Îranê xwar û da zanîn ku “eger xwenîşanderan bikujin Amerîka dê bi hawara wan ve biçe.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û got:
"Eger Îran xwenîşanderên aştîxwaz gulebaran bike û bi awayekî hovane bikuje ku ev edeta wan e Amerîka dê bi hawara wan ve biçe."
Trump di berdewamiya peyama xwe de îşaret bi amadehiya leşkerî kir û got:
"Em bi çek û cebilxaneyên xwe amade ne û li benda tevgerê ne. Spas ji bo guhdana we ya ji bo vê mijarê!"
Xwenîşandan belav dibin
Xwenîşandanên ji ber giraniyê roja Yekşemê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Tehranê dest pê kir.
Xwenîşandan li parêzgehên wekî Kirmaşan, Loristan, Îlam, Çarmehal û Bextyarî, Qûm, Xûzistan, Fars, Îsfehan, Hemedan û Meşhedê belav bûn û heta niha li hinek bajaran alozî derketiye.
Piştî destpêkirina nerazîbûnan, Serokê Banka Navendî ya Îranê dest ji kar berda û Ebdulnasir Himetî bû Serokê nû yê Banka Navendî ya Îranê.
Himetî roja Çarşemê ragihand, ew dê bihayê tumen û rewşa bazarê aram bikin û rê li ber gendeliya li bazara diravan bigirin.
Pizîşkiyan: Divê em guh bidin xelkê
Doh Pêncşemê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser xwenîşandanan ragihand:
"Çareserkirina pirsgirêka siyasî di bingeh de çareserkirina pirsgirêka aborî û bicihanîna dadmendiyê ye.
Kîjan siyaset dikare were bicihanîn, dema ku dadmendî di civakê de neyê peyrewkirin.
Çima xelk me qebûl nake, bila em qebûl bikin ku divê em guh bidin gotinên xelkê."
Hejmara kuştiyan zêde dibe
Li gorî zanyariyên nefermî yên ku heta niha hatine belavkirin, ji bilî 4 kesên li Loristanê, li bajarê Lordeganê yê Çarmehal û Bextyariyê du ciwanên 21 û 28 salî hatine kuştin.
Her wiha li Fûladşehra Îsfehanê kesekî bi navê Daryûş Ensarî û li bajarê Fesayê yê parêzgeha Farsê jî xwenîşanderekî 18 salî bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin.
Heta niha hejmara kuştiyan bi hûrgilî û fermî nehatiye ragihandin.