Sererkanê Îranê: Agirê herêmê dê Amerîkayê bişewitîne

Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanê Îranê (Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê) Ebdulrehîm Mûsewî ragihand ku hêzên wan ji bo rûbirûbûn û "lêdana şeqameke tolhildanê" amade ne.

Mûsewî gef li Amerîkayê xwar û got, "Ti Amerîkayiyek ewle nabe û agirê herêmê dê Amerîka û hevpeymanên wê ji hundir ve bişewitîne."

Li gorî nûçeya Ajansa MEHRê, Ebdulrehîm Mûsewî şevê din çûye cem yekîneyeke hêzên çekdar û bal kişandiye ser amadebûna wan.

"Rûyekî cuda yê Îranê"

Mûsewî di axaftina xwe de gef li welatiyên Amerîkayê jî xwariye û gotiye:

"Tiştê divê dijminên vê neteweyê û bi taybetî Amerîka zanibin ew e ku daxwaza hêzên me yên çekdar ji bo şerkirina dijmin qet wekî îro nebûye.

Rihê şer hîn jî geş e û biçûktirîn şaşî dê derî li ber me veke.

Cîhan dê rûyekî cuda yê Îraneke bihêz bibîne, wê demê ti Amerîkayiyek ewle nabe."

Eger şer derkeve, mêr û jinên berxwedanê dê şûnwarên biyaniyan ji herêmê bi derbeyeke kujer paqij bikin."

"Îran nayê dorpêçkirin"

Mûsewî bersiva gefên dorpêça deryayî jî daye û gotiye:

"Yên behsa dorpêça deryayî dikin, bila careke din dersên erdnîgarî û jeopolîtîkê bixwînin, Îran welatekî bihêz û berfireh e û nayê dorpêçkirin."

Mûsewî derbarê rûdanên dawî jî gotiye, "Piştî şerê 12 rojan û berdewamiya kiryarên Amerîka û Îsraîlê, me doktrîna parastinê ya welêt, veguherand doktrîna êrişkirinê."

Mûsewî diyar kir ku ew doktrîn li ser esasê "operasyonên bilez û berfireh" hatiye danîn û got:

"Êdî karê me dê bilez û çareserker be, dûrî hesabên Amerîkayê."