Îran: Di êrişan de 170 xwendekar û mamoste mirine
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ragihand ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de heta niha 170 xwendekar û mamoste mirine.
Wezareta Perwerdeyê ya Îranê derbarê windahiyên di sektora perwerdeyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta niha di êrişên Amerîka û Îsraîlê de 170 xwendekar û mamoste mirine.
Li dibistanekê 153 kes hatibûn kuştin
Televîzyona fermî ya Îranê ragihandibû ku 28ê Sibatê li bajarê Mînabê yê parêzgeha Hurmizganê êrişî dibistaneke seretayî ya keçan hatiye kirin.
Hatibû diyarkirin ku di wê êrişa Amerîka û Îsraîlê de 153 xwendekar û mamoste mirine.