Li Îranê 7 fermandarên din ên payebilind hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê navên 7 rayedarên din ên payebilind ên leşkerî yên ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin hatin eşkerekirin.

Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê daxuyaniya "Weqfa Parastin û Belavkirina Nirxên Parastin û Berxwedanê" ya girêdayî Sererkaniyê belav kir.

Fermandarên ku hatine kuştin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de ev kes hatine kuştin:

Mihemed Şîrazî: Sekreterê Giştî yê Nivîsgeha Rêberê Îranê Elî Xamineyî

Ekber Îbrahîmzade: Alîkarê Şîrazî

Muhsînî Mutleq: Serokê Daîreya Plan û Operasyonan a Serokatiya Operasyonan a Sererkaniyê

Salih Esedî: Alîkarê Serokê Îstixbarata Sererkaniyê

Xulamreza Rezaiyan: Serokê Rêxistina Îstixbarata Hêza Ewlehiyê

Hesen Elî Tacîk: Serokê Daîreya Amadehiyê ya Sererkaniyê  

Muhsîn Derebaxî: Alîkarê Serokê Amadehî û Lojîstîkê yê Hêzên Çekdar

Sererkan û Fermandarê Pasdaran jî hatibûn kuştin

Hêzên Çekdar ên Îranê di daxuyaniya xwe ya doh de ragihandibû ku di dema civîna Encumena Parastinê de êriş pêk hatiye.

Di encama wê êrişê de Sererkan Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpûr, Sekreterê Giştî yê Encumena Parastinê Elî Şemxanî û Berpirsê Piştgiriya Lojîstîk a Hêzên Çekdar Ezîz Nasirzade jî hatibûn kuştin.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê dest bi êrişa leşkerî ya li ser Îranê kir.

Îranê jî bersiv da û êrişî hinek armancên li Îsraîlê û welatên herêmê kir.

Bi taybetî Qeter, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) û Behreyn ku baregehên Amerîkayê li wan hene bûn hedef.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de li gel Rêberê Îranê Elî Xamineyî gelek berpirsên payebilind hatin kuştin.

Heyva Sor a Îranê ragihand ku di bombebaranên li ser Îranê de 201 kes mirine û 747 kes jî birîndar bûne.