Amerîka û Îsraîlê li sînorê Îranê da: 41 leşker hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li qereqolên sînorî yên Îranê de 41 leşker hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Tesnîmê ku dispêre çavkaniyên ewlehiyê, di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li qereqolên sînorî yên Îranê de 41 leşker hatine kuştin.
Êrişên Amerîka û Îsraîlê
Îsraîl û Amerîkayê, dema ku dan û standinên di navbera rêveberiyên Tehran û Washingtonê de didomiyan, 28ê Sibatê dest bi êrişa leşkerî ya li Îranê kir.
Îranê jî ji xeynî Îsraîlê, li dijî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Îmarat û Behreynê û hinek welatên din ên herêmê bersiv da û êrişî hinek hedefan kir.
Hat diyarkirin ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de, Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî û gelek berpirsên bilind hatine kuştin.
Heyva Sor a Îranê ragihand ku di bombebaranên li ser welêt de 555 kesan canê xwe ji dest daye.