Hevjîna Elî Xamineyî jî mir

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê mirina hevjîna Rêberê yê Îranê yê kuştî Elî Xamineyî ragihand.

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Mensûre Xuceste Baqirzadeya hevjîna Rêberê Dînî yê Kuştî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî miriye.

Li gorî medyaya Îranê, Mensûre Xucesteyê roja şemiyê di bombebarana balafirên şer ên Îsraîl û Amerîkayê de birîndar bûbû û îro ji ber giraniya birînên xwe miriye.

Mensûre Xuceste Baqirzade sala 1947an li bajarê Meşhedê yê parêzgeha Xorasana Rezewiyê ji dayîk bûbû û ji malbateke mezin a olî bû.

Mensûreyê sala 1965an bi Elî Xaminêyî re jiyana hevjîniyê pêk anîbû û 6 zarokên wan hene; 4 kur û 2 keç.

Elî Xaminêyî roja şemiyê 28ê Sibata 2026an di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîl û Amerîkayê ya li ser Tehranê hatibû kuştin.

Her di wê bombebaranê de keçek, zawayek, neviyek û bûkeke Xaminêyî jî hatibûn kuştin.