Welatên beşdar di rêkeftina atomî ya Îranê de îro dicivin
Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Ewropayê ragihandiye, îro îniyê nûnerên Çîn, Fransa, Almanya, Rûsya û Brîtanya derbarê vegera Amerîka bo nav rêkeftina atomî ya Îranê dicivin.
Li gor daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê, civîna welatên beşdar di rêkeftina atomî ya Îranê de îro bi awayê online tê sazkirin û Enrîk Mora (Enrique Mora) bi nûneratiya Josep Borrel Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê serokatiya civînê dike.
Civîn li ser asta cîgir û rêveberê giştî yên wezaretên derve yên wan welatan birêve diçe.
Ji aliyê Îranê ve cîgirê wezîrê derve yê wî welatî Ebbas Eraqçî di civîna îro ya online de beşdar e. Eraqçî herwiha ji aliyê Îranê ve berpirsê cîbicîkirina rêkeftina atomî ya ye jî.
Amerîka civîna îro weke “pêngaveke erênî” bi nav kiriye. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Ned Price ragihandiye, “Me di heftiyên bihorî de bi zelalî gotiye ku em amade ne pabendiyên xwe yên di rêkeftinê de destpê bikin, eger Îran jî pabend be. Amerîka di vê derbarê de li gel welatên endam di rêkeftina atomî de gotûbêj kiriye.”
Li hember wê yekê, Îran rijd e li ser wê yekê ku Amerîka divê pêngava yekem bavêje û tevahiya dorpêçan li ser wî welatî rake.