Eraqçî: Êrişa li cihên sivîlan Îraniyan neçarî teslîmbûnê nake

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê di çend peyaman de hişyarî da Amerîkayê û ragihand ku êrişa li binesaziyên sivîl nabe sedema teslîmbûna gelê Îranê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê, wêneyê pira di navbera Tehran û Kerecê de ya ku îro hat teqandin belav kir û got:

"Armancgirtina cihên sivîlan, di nav de pirên ku neqediyane jî, Îraniyan neçarî teslîmbûnê nake."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku ev cure êriş tenê "şikestin û hilweşîna exlaqî ya dijminekî şêwiyayî" nîşan didin.

Ebas Eraqçî ragihand ku Îran her pir yan jî avahiyeke ku were rûxandin dê bi xurtir ava bike lê "tiştê ku ti carî baş nabe, nav û dengê Amerîkayê ye."

Îro êrişî Pira B1ê ya li di navbera Tehran û Kerecê de hat kirin û pir hat teqandin.

Donald Trump di parvekirineke li ser tora civakî ya Truth Socialê de vîdeoya teqandina pirê belav kir û nivîsand:

"Dema wê hatiye Îran peymanê îmze bike berî ku dereng bibe."

Bersiva ji bo "Serdema Kevirî"

Trump şeva borî di gotara xwe de qala wê yekê kiribû ku ew dê bi awayekî li Îranê bixin ku wê vegerînin Serdema Kevirî.

Eraqçî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya sektora enerjiyê ya li herêmê û Serdema Niha ya li gel "Serdema Kevirî" da ber hev û anî ziman:

"Cudahiyeke mezin di navbera niha û Serdema Kevirî de heye; ew jî ew e ku wê demê li Rojhilata Navîn petrol û gaz nedihat hilberîn."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê rû kir Serokê Amerîkayê û gelê wî welatî û pirsî:

"Gelo Serokê Amerîkayê û ew Amerîkiyên ku ew hilbijartine, piştrast in ku dixwazin demjimêrê ber bi paş ve vegerînin?"

Ev peyamên Eraqçî di demekê de ne ku aloziyên li herêmê di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de gihîştine asteke bilind.

Tehran hişyariyê dide Washingtonê ku eger piştgiriya êrişên li qadên petrolê û binesaziyên girîng bike dê encamên wê giran bin.