Naveroka pêşniyara nû ya Îranê ya li Amerîkayê eşkere bû
Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyara nû ya Îranê ya ji bo bidawîanîna şer hinek nîşanên nermbûnê dide lê di mijarên Tengava Hurmizê û bernameya nukleerî de nakokiyên di navbera Washington û Tehranê de hîn jî didomin.
Li gorî nûçeya The Wall Street Journalê, piştî ku lêçûna şer zêde bû Îranê gaveke nû ya dîplomatîk avêt.
Hat diyarkirin ku Tehranê bi rêya navbeynkarên Pakistanî pêşniyarek şandiye ku li gorî planên berê nermtir e.
Tengava Hurmizê û xelaskirina êrişan
Di pêşniyara nû de hat pêşniyarkirin ku vekirina Tengava Hurmizê û rawestandina êrişên Amerîkayê û rakirina dorpêça li ser benderan bi hev re werin nîqaşkirin.
Di pêşniyarê de her wiha hatiye diyarkirin ku bernameya nukleerî ya Îranê dikare li beramberî kêmkirina cezayên Amerîkayê were nirxandin.
Lê belê di vê mijarê de di navbera her du aliyan de cudahiyên mezin ên nêrînan didomin.
Washington dixwaze Îran xebatên dewlemendkirina uranyumê bi qasî 20 salî rawestîne û stokên uranyuma dewlemendkirî radest bike.
Tehranê ev dem qebûl nekir û naxwaze di mijara bernameya nukleerî de tawîzên mezin bide.
Trump: Ez jê ne razî me
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser pêşniyara Îranê daxuyaniyek da û anî ziman:
“Ew dixwazin peymanekê bikin lê ez ji vê ne razî me. Em dê bibînin ka dê çi bibe.”
Koşka Spî jî ji qalkirina hûrgiliyên dan û standinan xwe da alî û destnîşan kir ku armanca sereke ya Amerîkayê ew e ku rê li ber bidestxistina çekên nukleerî ya Îranê bigire.