Îran li dijî êrişên Îsraîl û Amerîkayê parastina xwe ya hewayî xurt dike

Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke medyaya Brîtanî nîşan dide ku Îran ji senaryoya têkçûna hevdîtinên atomî û êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser welêt amade dike û hewl dide parastina xwe ya hewayî xurttir bike.

Beşek ji mûşek û radarên herî nû û pêşketî yên Îranê, di nav de sîstema parastina hewayî ya dûravêj a S-300 a Rûsî, dema Îsraîlê di mehên Çiriya Pêşîn a sala borî û Nîsana îsal de êrişî welêt kir, bi temamî hatin wêrankirin an jî xisareke mezin dîtin.

Tê gotin li gel ku êrişên hewayî yên Îsraîlê li dijî hevpeymanên Tehranê li herêmê wan bi awayekî mezin qels kiriye, Îran bi xwe jî di bin tehdîda êrişa hewayî ya Îsraîlê de ye.

Lê belê pisporan ji Financial Times re ragihand ku hin ji sîstemên parastina hewayî yên Îranê hîn jî dixebitin an jî dibe ku di van mehên dawî de hatine tamîrkirin.

"Îran dixwaze nîşan bide ku kapasîteya wê ya parastinê nehatiye wêrankirin"

Nirxandinên îstîxbarata Rojavayî û analîzên leşkerî yên ku wêneyên peykê (setallite) vekolane, nîşan didin ku Îranê di demên dawî de li nêzîkî tesîsên xwe yên sereke yên navokî yên wekî Netenz û Fordoyê, sîstemên S-300 û çend platformên avêtina mûşekên ava kirine.

Hin ji van sîsteman meha borî bi eşkereyî di merasîmên leşkerî li Tehranê de hatin nîşandan û di meha Sibatê de yekîneyeke S-300 hat nîşandan; vê yekîneyê di dema manewrayeke leşkerî de mûşekek avêt ku îhtîmal e ji ber ku radara rûsî ya orîjînal nekariye sîstemê kontrol bike, radareke nû ya çêkirina Îranê bi kar aniye.

Nicole Grajewski ji Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Carnegie ya Washingtonê dibêje, "Bê guman Îran dixwaze îdiaya ku parastina wê ya hewayî ya pêşketî hatiye wêrankirin red bike."

"Amadehiya me di asta herî bilind de ye"

Berî çend rojan Sererkanê Artêşa Îranê Mihemed Baqirî pesnê amadehiya Tehranê ya li dijî êrişan da.

Mihemed Baqirî got, "Em di warê şiyan û amadehiya parastina hewayî ya welêt de bipêşveçûneke berbiçav dibînin. Veberhênan di warê çekdariyê de du qat hatine zêdekirin."

Baqirî her wiha got, "Divê dijminên Îranê bizanibin ku her cure êrişeke li ser asîmanê welêt dê zerereke mezin bide wan."

Tevî ku hevdîtinên di navbera Washington û Tehranê yên li ser paşeroja bernameya atomî berdewam dikin, Serokê Amerîkayê Donald Trump ku di serdema xwe ya yekem de ji peymana atomi ya berê vekişiyabû, çend caran gefên êrişên hewayî yên Amerîkayê xwarin, eger Îran bernameya xwe ya atomî bi peymanê sînordar neke.

Washington ji Tehranê dixwaze ku dewlemenkirina ûranyûmê rawestîne; ew vê yekê wekî gaveke pêwîst dibîne ji bo pêşîlêgirtina bi destxistina çekên atomê ji aliyê Îranê ve.

Lê Îran israr dike ku divê ji bo armancên "aştiyane" bipêşvebirina madeyên radyoaktîf bidomîne.

Amerîkayê balafirên B-2 şandin Diego Garcia

Di meha Nîsana îsal de Amerîkayê 6 balafirên bombebarker ên cureyê "B-2" şandin herêmê.

Ev cara yekem e ku balafirên ewqas pêşketî li derveyî Amerîkayê hatine bicihkirin.

Balafir li baregeha Diego Garciayê ya li Okyanûsa Hindê ne ku tê payîn ku dê bibe destpêka her êrişeke li ser Îranê.

Îsraîl ji bo êrişî Îranê bike zextê li Amerîkayê dike

Bi heman demî li gel van bipêşveçûnan, Îsraîl zextê li Amerîkayê dike ku di rewşa êrişî Îranê de piştgiriyê bidiyê.

Rojnameya Brîtanî amaje pê dike ku eger Îsraîl his bike ku Trump dê peymaneke atomî ya li dijî daxwazên Îsraîlê qebûl bike, dibe ku bêyî pejirandina Washingtonê êrişî Îranê bike.

Di êrişên sala borî de Îsraîlê, bi mûşekên balîstîk baregehên radar û mûşekên Îranê kirin armanc.