Îraq: Tirkiyeyê soza xwe ya berdana avê bi cih neanî
Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Îraqê Xalid Şîmal ragihand ku Îraq kêmtirî ji sedî 30ê pêwîstiya xwe ya avê werdigire û daxwaz dike ku Tirkiye pêbendî sozên xwe yên ji bo berdana beşeke zêdetir a avê bibe.
Dr. Xalid Şîmal beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû pêşhatên dawî yên derbarê dosyeya ava Îraqê ya bi welatên cîran û bi taybetî Tirkiyeyê re nirxandin.
Wî anî ziman ku her rêkeftina nû ya ku bi Enqereyê re bê kirin, "divê dosyeya avê tê de be."
Dr. Xalid Şîmal teqez kir ku hikûmeta niha ya Îraqê girîngiyeke mezin dide vê dosyeyê û got, "Ewlehiya avê yek ji dosyeyên herî girîng ên ewlehiya niştimanî ya Îraqê ye."
Dr. Xalid Şîmal amaje pê kir şandeyeke payebilind a Îraqê çûbû Tirkiyeyê û got:
"Di wê serdanê de, aliyê Îraqê rewşa metirsîdar a avê û pêwîstiya Îraqê ya ji bo berdana aveke zêdetir ji şandeya Tirk re rave kir lê tevî sozan, ti guhertina şênber çênebûye.”
Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Îraqê Xalid Şîmal pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: Destpêkê em bi rewşa ava Îraqê û pêwendiyên we yên bi Tirkiyeyê re dest pê bikin, gelo ti pêşhatina nû heye?
Xalid Şîmal: Belê, rewşa avê li Îraqê hîn jî cihê dilgiraniyê ye. Di her dan û standin û rêkeftina bi Tirkiyeyê re, divê dosyeya avê amade be û bibe rojeva sereke. Hikûmeta Îraqê dosyeya avê kiriye dosyeyeke serweriyê, ji ber ku ewlehiya avê yek ji stûnên herî girîng ên ewlehiya niştimanî ya Îraqê ye û tawîz li ser nayê dayîn. Ji ber vê yekê, dan û standinên bi Tirkiye, Sûriye û Îranê re pêwîstî bi wê yekê heye ku hemû alî vê dosyeyê ji hemû pêwendiyên din girîngtir bibînin.
Rûdaw: Demek berê şandeyeke payebilind a Îraqê çûbû Tirkiyeyê, gelo ti encama şênber a wê serdanê hebû?
Xalid Şîmal: Rast e, şandeyeke payebilind bi serokatiya Wezîrê Karên Derve û endamtiya Wezîrê Çavkaniyên Avê çû Tirkiyeyê. Me li wir rewşa metirsîdar a avê û pêwîstiya lezgîn a Îraqê ji bo berdana beşeke zêdetir a avê anî ziman. Aliyê Tirk bi girîngî guh da daxwazên me û soza hevkariyê da lê mixabin heta niha li ser erdê ti guherîn çênebûye. Ti zêdebûn di asta ava ku tê Îraqê de nehatiye tomarkirin û em hîn jî li bendê ne.
Rûdaw: Bi awayekî diyarkirî, Îraq çi qas avê ji Tirkiyeyê dixwaze û çima ew qas av ji we re pêwîst e?
Xalid Şîmal: Niha Îraq kêmtirî ji sedî 30ê pêwîstiya xwe ya avê werdigire. Me daxwaz kiriye ku berdana ava Çemê Dîcleyê bigihîje 500 metrekupî di çirkeyekê de û ya Çemê Firatê jî ji 300 metrekupî kêmtir nebe.
Ev ji bo çend armancên stratejîk gelekî girîng e: Yekem, ji nû ve tijekirina depoyên bendavên me yên ku kêm bûne. Duyem, dabînkirina avê ji bo demsala çandiniyê ya dahatû. Sêyem, misogerkirina ava vexwarinê û bikaranînên din. Çarem jî, parastina jîngeha Şet el-Ereb û çiravên ku rastî metirsiyeke cidî hatine.
Rûdaw: Ji bilî faktora derve, hinek alî amaje bi "birêvebiriya xerab" a navxweyî jî dikin wekî beşek ji qeyranê. Hûn wekî wezaret bi vê nêrînê re ne?
Xalid Şîmal: Nikare înkar li ser hinek kêmasiyan bê kirin lê divê em ji bîr nekin ku Îraq di 40 salên borî de di rewşeke neasayî re derbas bûye; ji şer bigire heta dorpêça aborî û rûbirûbûna terorê. Vê yekê hiştiye ku pêşxistina binesaziya avê û nûkirina torên avdaniyê wekî pêwîst nebe. Li gel vê yekê, çar salên borî salên ziwabûnê bûn, ku bû sedema daketina depoya me ya stratejîk a avê bo kêmtirî ji sedî 6an, ku ev rêjeyeke rekor û metirsîdar e.
Rûdaw: Kêmbûna avê çi bandor li ser kalîteya avê û jiyana xelkê kiriye, bi taybetî li parêzgehên başûr?
Xalid Şîmal: Bandor gelekî neyînî bûye. Dema ku asta avê dadikeve, rêjeya gemarbûn û şoriyê tê de bilind dibe. Parêzgehên başûr, wekî Besra, Meysan, Zîqar û Musenayê, herî zêde zirar dîtiye çimkî dikevin dawiya çeman. Wekî mînak, li Besrayê ji ber kêmbûna ava şêrîn, "zimanê şor" ê kendavê dikeve nav Şet el-Erebê. Me berê bi berdana nêzîkî 50 metrekup av adi çirkeyekê de dikaribû rê li ber vê bigirta lê niha ew şiyana me nemaye.
Rûdaw: Baş e, ji bilî li bendemana welatên cîran, hikûmeta Îraqê çi gavên navxweyî avêtine ji bo kêmkirina bandorên vê qeyranê?
Xalid Şîmal: Bê guman hikûmet bê kar rûneniştiye. Me dest bi hemleke niştimanî ya berfireh kiriye ji bo rakirina hemû destdirêjiyên li ser çem û qenalên avê. Her wiha em li ser avakirina stasyonên nû yên çareserkirina ava qirêj dixebitin da ku ji nû ve bê bikaranîn.
Li aliyê din, ji bo piştgirîkirina Çemê Firatê, av ji Gola Sersarê jê re tê berdan. Ji bo nûkirina jêrxanê û bikaranîna teknolojiyên nû ji bo kêmkirina îsrafa avê plana Wezaretê heye lê em ducare dikin ku çareseriya bingehîn a qeyranê bi hevkariya welatên çavkaniya avê ve girêdayî ye.