Rêxistineke azerî li ser nexşeya Kurdistanê ya Rûdawê ji Malikî re name şand

03-02-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistineke azeriyên Îranê li dijî nexşeya rewşa hewayê ya Rûdaw TV nerazîbûn nîşan da û ji Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî xwast, nehêle ew nexweş were belavkirin.

Rêxistina azerî ya bi navê Rêxistina Parastina Netewî ya Azerbaycanê ku wek rêxistineke neyara rêjîma îslamî li komara Azerbaycanê xebat dike û daxwaza serxwebûna azeriyên Îranê dike, nameyek ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re şand û jê xwast, ji ber ku nexşeya rewşa hewayê ya Rûdaw TV li dijî yekparçebûna xaka Azerbaycanê ye divê neyê belavkirin.

Di nameyê de wiha hatiye gotin: “Nexşeya rewşa hewayê ya Rûdawê li ser bingeha daxwaziyên vala yên nasyonalîzma kurdî û berpirsên hikûmeta xweser a Bakûrê Iraqê hatiye çêkirin.”

Rêxistina azerî daxwaz ji serokwezîrê Iraqê dike ku wek serokwezîrê hilbijartî yê gelê Iraqê nehêle ew nexweş were belavkirin her wiha pêşiya “hewlên têkderane” yên hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire.

Wê rêxistina neyara Îranê berpirsên Herêma Kurdistanê jî rexne dike û wiha dibêje: “Gelê Azerbaycanê di dema revharevê de himbêza xwe ji penaberên kurd re vekir û ew li nav bajarên xwe de hewand. Lê dema hikûmeta Herêma Kurdistanê hat avakirin mafê cîrantiyê bicîh neanî û niha jî Mesûd Barzanî bi belavkirina nexşeya xeyalî ya Kurdistana mezin çavê xwe berdaye xaka netewên cîran ên mîna turkên azerî û dixwaze dagîr bike.”

Beriya niha jî nexşeya rewşa hewayê ya Rûdaw TV bibû rojeva medyayên Tirkiyê û azeriyên Îranê heta wezîrê parastina Tirkiyê Îsmet Yilmaz neçar mabû li ser vê yekê daxuyanî bide.

Li gorî tirk û azeriyên nasyonalîst, beşek ji nexşeya Rûdaw TV xaka Kurdistanê nîne çimkî xaka tirk û azeriyan e.

Li hember vê yekê, rêveberê giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, wiha bersiva dide: “Ew nexşeya ku Rûdaw bikar tîne di nav hiş û dilê kurdan de ye. Ew nexşe bêyî ti biryareke fermî û siyasî hatiye kişandin. Qesta Rûdawê birîndarkirina hestên ti netewekî nîn ji ber ku Rûdaw bi awayekî profesyonel kar dike…”

Ako Mihemed her wiha tîne ziman ku hinek navendên siyasî ku wek navendên şovenîstî tên nasîn, li dijî nav û nexşeya Kurdistanê ne ku bi dehan û sedan sal li nav ensîklopêdî û ferhengên cîhanê de tê bikaranîn, Rûdaw dewletê ava nake ji ber ku karê wê belavkirina nûçe û agahî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst