Şêwirmendê Xamineyî eşkere kir: Ji bo dan û standinan şertên Îranê çi ne?

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Şemxanî ragihand ku welatê wî di "rewşa şerekî rasteqîn" de ye û ji bo her senaryoya leşkerî amade ye.

Her wiha got ku ew dikarin vegerin ser rêjeya dewlemendkirina ji sedî 20 a uranyumê.

Elî Şemxaniyê Şêwirmendê Elî Xamineyî ji medyaya nêzîkî Îranê re axivî û got:

"Şer tenê bi guleyan û dengê topan sînordar nîne, niha Îran di rewşa şerekî rasteqîn de ye û ji bo her senaryoyê bi temamî amade ye.

Amadehiya leşkerî tê wateya qebûlkirina şer, ne ku dehfkirina welêt a ber bi şer ve.

Dijmin nikarin Îranê daqurtînin çimkî wan ji tecrubeyên xwe yên berê ders wernegirtine."

Şêwirmendê Elî Xamineyî derbarê paşeroja uranyuma dewlemendkirî ya Îranê axivî û eşkere kir ku ji bo veguhastina uranyumê ya derve ti sedem nîne û got:

"Em dikarin vegerin ser dewlemendkirina ji sedî 20 û pêdivî bi pêngavên aloz nîne."

Li aliyê din, Alîkarê Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Baqirî Kenî ragihand ku veguhastina uranyuma dewlemendkirî ya bo welatekî din nabe beşek ji dan û standinan û got:

"Berpirsên bilind ên welêt naxwazin uranyuma dewlemendkirî bişînin derve û bi ti awayî li ser vê mijarê dan û standin nayên kirin."

Ev daxuyaniyên tund ên Şemxanî û Baqirî di demekê de ne ku medyaya Îranê eşkere kir Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan ferman daye ku dan û standinên bi Amerîkayê re yên li ser dosyaya nukleerî ducare dest pê bikin.

Koşka Kremlînê ragihand, Moskow hewldanên xwe yên ji bo kêmkirina rageşiya girêdayî dosyeya atomî ya Îranê didomîne û ji bo veguhastina uranyuma meyandî amadebûna xwe nîşan daye.

Rûsya: Em amade ne uranyuma Îranê wergirin

Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitry Peskov jî li ser aloziya Îran û Amerîkayê axivî û ragihand Rûsya dikare uranyuma meyandî ya Îranê wergire.

Peskov diyar kir ku mijara ku ew uranyuma meyandî ya Îranê veguhêzin Rûsyayê, ne pêşniyareke nû ye û Moskowê ji mêj ve ew destpêşxerî (înîsiyatîv) wekî rêyeke ji bo rakirina "sedemên acizker" xistiye rojevê û got:

"Rûsya li gel hemû aliyan di pêwendiyeke berdewam de ye û amade ye li gorî şiyanên xwe kar ji bo aramkirina rewşê bike."

Li gorî medyaya Amerîkayê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Îraqçî û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff roja înê li Stenbolê bicivin.

“Em hem mêrê şer û hem jî yê dîplomasiyê ne”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got, "Em çawa mêrên şer bin, em her tim mêrên dîplomasiyê jî bûne."

Eraqçî di wê baweriyê de ye ku piştî Amerîka di "aloziyên berê  de" (mebest xwenîşandanên 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an e) bi bin ket, niha behsa dîplomasiyê dike.

Wezîrê Îranê şertê welatê xwe yê ji bo dan û standinan wiha rave kir, "Divê li ser bingeha wekhevî, rêzgirtin û berjewendiyên dualî be."

Ev liv û tevger di demekê de ne ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hêzeke zêde ya leşkerî û keştiyên balafiran şandine herêmê û diyar dike ku eger dan û standin serkeftî nebin ew dê yekser êrişî Îranê bikin.

Sala 2025an çend gerên dan û standinên nerasterast li Roma û Mesqetê hatibûn kirin lê ev dan û standin ji ber şerê Îsraîl û Îranê û êrişên Amerîkayê yên li ser saziyên nukleer ên Îranê bê encam bi dawî bûbûn.