Îranê hinartina xwirek û berhemên çandiniyê qedexe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber berdewamiya rewşa şer û ji bo dabînkirina pêdiviyên bazarên navxwe, hikûmeta Îranê biryar da ku hinartina hemû berhemên xwirek û çandiniyê ji derveyî welat re qedexe bike.

Li gorî biryareke nû ya hikûmeta Îranê ku di medyaya fermî ya wî welatî de hatiye belavkirin, ji niha û pê ve ji bo parastina ewlehiya xwirekê û dabînkirina kel û pelên bingehîn, rê li ber hinartina hemû cure berhemên çandiniyê tê girtin da ku pêdiviyên sereke yên welatiyan di vê rewşê de bên dabînkirin.

Pêşînî bazara navxwe ye

Di biryarê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku ji ber rewşa niha ya welêt, dabînkirina xwirek û kel û pelan ji bo bazarên navxwe di pêşiya karên hikûmetê de ye, lewma biryara qedexekirina hinartinê dê heta demeke nediyar bidome.

Ev biryara Tehranê di demekê de ye ku ji ber zêdebûna aloziyên leşkerî û êrişên dawî yên li wî welatî, metirsiya kêmasiya kel û pelan a di bazaran de çêbûye û biha bi awayekî berbiçav bilind bûne.