Supaya Pasdaran: Me li Îsfehanê droneke Îsraîlê xist
Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li parêzgeha Îsfehanê droneke Îsraîlê ya ji cureyê 'Hermes'ê xistiye.
Supaya Pasdaran her wiha got, "Ji destpêka şer ve heta niha me 21 dronên Îsraîlê xistine xwarê."
Supaya Sahibuzeman ku şaxa Supaya Pasdaran a li parêzgeha Îsfehanê ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku sîstema parastina asmanî ya welatê wan li asmanê bajarê Xumeynî Şehrê droneke Îsraîlê kiriye armanc.
Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran, drona ku hatiye xistin ji cureyê 'Hermes'ê ye.
Di heman demê de dîmenên kêliya ketina xwarê ya dronê hatin belavkirin ku tê de xuya dibe agir bi dronê ketiye û ber bi erdê ve dikeve.
"Sîstema parastinê di amadebaşiyê de ye"
Supaya Pasdaran diyar kir ku sîstema parastina asmanî ya Îranê ji bo bersivdana êrişên Îsraîl û Amerîkayê di amadebaşiyê de ye.
Supayê di daxuyaniya xwe de anî zimên:
"Ji destpêka şer ve heta niha, li herêmên cuda yên Îranê 21 dronên Îsraîlê hatine xistin."
Ji 28ê Sibata 2026an ve, Amerîka û Îsraîlê li dijî gelek navendên hestiyar ên li navxweya Îranê dest bi êrişeke berfireh û hevpar kiriye.
Li hemberî vê yekê, Supaya Pasdaran a Îranê bi çend pêlên mûşekên balîstîk û dronên xwekuj, baregehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê û çend armancên li nav Îsraîlê kirin hedef.