Îran: Me balafireke din a F-35 a Amerîkayê xist
Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, "Me balafira duyem a şer a Amerîkayê ya cureyê F-35 xist."
Daîreya Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand:
"Balafira duyem a şer a gelekî bipêşketî ya F-35 a Amerîkayê li asmanê navenda Îranê, ji aliyê pergala nû ya parastina asmanî ya Supaya Pasdaran ve hat têkbirin."
Li gorî gotina Supaya Pasdaran, balafir bi temamî têk çûye û ketiye xwarê.
Supaya Pasdaran a Îranê da zanîn:
"Di 12 demjimêrên borî de, ev balafira duyem a şer e ku ji aliyê parastina asmanî ya Supaya Pasdaran ve tê têkbirin."
Supaya Pasdaran a Îranê diyar kir ku ji ber parçebûna balafirê, ti zanyarî li ser çarenivîsa pîlot di dest de nînin.
Amerîkayê nûçeya ketina balafira berê red kiribû lê belê heta niha Amerîkayê li ser ketina balafira duyem ti zanyarî belav nekirine.