Heyva Sor a Îranê: Li Bûşehrê zerer gihîşt depoya me ya alîkariyê

Hewlêr (Rûdaw) - Heyva Sor a Îranê ragihand ku bi dronan êrişî depoyeke alîkariyê ya li parêzgeha Bûşehrê ya li başûrê Îranê hatiye kirin û di encamê de zerereke mezin çêbûye.

Heyva Sor a Îranê di daxuyaniyekê de belav kir ku destê sibehê derdora saet 05:00an, bi dronan êrişî depoyeke wan a alîkariyê ya li herêma Çexadekê ya parêzgeha Bûşehrê hatiye kirin.

Di encama wê êrişê de zerer gihîştiye amûr û keresteyên nav depoyê.

Heyva Sor a Îranê da zanîn ku di êrişê de du konteynerên alîkariyê, otobusek û otomobîleke alîkariyê bi temamî ji hev ketine.

Peymana Cenevreyê û qedexeya êrişan

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişa li depoya Heyva Sor a li Bûşehrê di demekê de ye ku li gorî peymanên navneteweyî û bi taybetî li gorî Peymana Cenevreyê, armancgirtina kereste û binesaziyên tenduristî û alîkariyê bi temamî qedexe ye.

Heta niha derbarê aliyê ku ev êriş pêk aniye ti zanyariyên fermî nehatine parvekirin.