Qalîbaf: Stratejiya Amerîkayê bûye gerîna li pîlotekî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku hemû stratejiyên Amerîka û Îsraîlê li beramberî Îranê têk çûne û niha stratejiya Amerîkayê bûye gerîna li pîlotekî.

Mihemed Baqir Qalîbaf li ser tora civakî Xê peyamek belav kir.

Wî di peyama xwe de da zanîn ku stratejiya şer a Amerîka û Îsraîlê li dijî welatê wî "guherîna rejîmê" bû, lê niha wisa bûye li pîlotekî digerin û dibêjin:

"Ji kerema xwe re, kesek dikare pîlotên me bibîne?"

“Bi rastî jî hûn gelekî jêhatî ne”

Serokê Parlamentoya Îranê di dawiya peyama xwe de jî bi henekpêkirinê got:

"We çi bipêşketineke ecêb bi dest xistiye. Bi rastî jî hûn gelekî jêhatî ne."

Supaya Pasdaran a Îranê ragihandibû balafireke Amerîkayê hatiye xistin.

Piştî nîvro jî çend berpirsên Amerîkayê xistina balafira xwe piştrast kir.

Koşka Spî ji Rûdawê re ragihand ku Serokê Amerîkayê ji rûdana xistina balafireke Hêzên Asmanî ya welatê xwe ya li asmanê Îranê hatiye agahdarkirin.

Malpera Axiosê jî da zanîn ku pîlotekî balafireke şer a Amerîkayê ya ku li asmanê Îranê hatibû xistin, ji aliyê hêzên taybet ên Amerîkayê ve hatiye dîtin.