Supaya Pasdaran bangî Trump kir: Hilbijartinekê bike

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê bersiv da Serokê Amerîkayê Donald Trump û got, "Divê Trump di navbera operasyoneke nemimkin û peymaneke xerab de hilbijartinekê bike."

Supaya Pasdaran a Îranê diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump mecbûr maye ku yekê ji van her du bijardeyan hilbijêre.

"Hemû tên yek wateyê"

Saziya Îstixbaratê ya Supaya Pasdaran li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Ultîmatoma ku Îranê li hemberî dorpêçê daye Pentagonê, guherîna tona Çîn, Rûsya û Ewropayê ya li dijî Washingtonê, nameya bi naveroka pasîf a ku Trump şandiye Kongreyê û qebûlkirina mercên dan û standinê yên Îranê, hemû tên yek wateyê.

Divê Trump di navbera operasyoneke nemimkin û peymaneke xerab a bi Îranê re hilbijartinekê bike."

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku "qada biryardayînê ya ji bo Amerîkayê teng bûye."