Li Îranê pêla girtin û îdamkirina Suniyan: Kurd û Belûç di hedefê de ne
Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Îranê zextên xwe yên li ser saziya meleyên Sunî yên li welêt zêde dikin.
Îran niha ji 1979an ve rûbirûyî yek ji xirabtirîn krîzên ewlehî û aborî ye.
Rêberê bilind ê Suniyan ê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrê rojhilatê welêt Ebdulhemîd Îsmaîlzehî, di xutbeya xwe ya înê de ragihand ku Belûç di bin "zextên siyasî û ewlehiyê" yên zêde de ne.
Ebdulhemîd Îsmaîlzehî sedema zêdebûna zextan bi tayînkirina "kesên tundrew" di nav birêvebiriya parêzgehê de girê da.
Îsmaîlzehî her wiha hişyarî da ku eger ev nêzîkatî bidome, dê bibe sedema zêdebûna "nerazîbûn û bêîstîqrariyê."
Misilmanên Sunî û kêmîneyên din ên li Îranê ji 28ê Sibatê ve rastî zextên tund ên dewletê tên.
Wê demê Amerîka û Îsraîlê li seranserê welêt bi hezaran cih kiribûn armanca êrişên asmanî yên berfireh.
Ev şer 8ê Nîsanê bi agirbesteke ku bi navbeynkariya Pakistanê hatibû kirin, hatibû rawestandin.
Melayên Sunî direvin
Li gorî rêxistina mafên mirovan a Haalvshê ku li ser herêmên Belûçan ên Îranê kar dike, Rêberê Înê yê Sunî yê heman parêzgehê Fezlurehman Kohî jî hefteya borî piştî gefên girtinê ji Îranê reviyaye.
Di heman demê de, ciwanekî Kurd ê bi navê Nasir Bekirzade pêncşemê hat darvekirin.
Nasir Bekirzade bi tohmeta komkirina zanyariyan a li ser siyasetmedarên Îranî û kişandina dîmenên cihên hestiyar dihat tawanbarkirin.
Nasir Bekirzade çend roj beriya ku were darvekirin di tomareke dengî ya derketî de gotibû, "Sûcê min ê yekem Kurdbûn e û sûcê min ê duyem jî Sunîbûn e."
Pêla girtin û darvekirinan
Rayedarên Îranê ji bilî qedexekirina înternetê ya di 60 rojên dawî de, pêlên girtinê berfireh kirin û darizandinên bipaşxistî lezandin.
Tawan bi piranî ji "sîxuriya ji bo Îsraîlê" û "hevkariya bi dijmin re" pêk tên.
Ev tawan dikarin bibin sedema cezayê darvekirinê.
Li gorî amarên ku Neteweyên Yekbûyî hefteya borî eşkere kirine, ji 28ê Sibatê ve herî kêm 21 kes hatine darvekirin û zêdetirî 4 hezar kesî jî hatine girtin.
Piraniya kesên ku hatine darvekirin, girtiyên Sunî yên ji herêmên Belûç û Kurdan in.
Li gorî raporeke 2025an a Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Osloyê ye, di navbera salên 2010 û 2024an de ji sedî 52yê kesên ku bi tohmeta pêwendiya bi komîn siyasî û çekdar ên qedexekirî re hatine darvekirin Kurd bûn.
Ji sedî 29ê wan Belûç û ji sedî 16ê wan jî Ereb bûn.
Ev hersê netewe bi hev re ji sedî 97ê hemû darvekirinên bi armancên siyasî pêk tînin. Piraniya van kesan Misilmanên Sunî ne.
Mexdûrên serekî yên zexta sîstematîk
Li aliyê din, Çavdêriya Mafên Mirovan a Îranê (HRM) ragihand ku di dema xwenîşandanên Çileya Paşîn a 2026an de li herêmên Kurdan 8 serkirdeyên Sunî hatine girtin.
Ev xwenîşandan ji ber zêdebûna bihayan û bilindbûna enflasyonê derketibûn.
HRM destnîşan dike ku Kurd û Misilmanên Sunî yên Belûç di nava "mexdûrên sereke yên zexta sîstematîk" de ne.
Hedefgirtina sîstematîk a li ser Sunî, kêmîneyên din ên olî û neteweyî ji aliyê çavdêrên navneteweyî ve jî hatiye piştrastkirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) di rapora xwe ya salane ya nîvê Nîsanê de ragihand ku li Îranê îhtimala tawanbarkirina kêmineyan a bi sîxuriyê zêdetir e.
Ji ber vê yekê ew rûbirûyî "binpêkirinên berfireh û sîstematîk ên mafên mirovan" dibin.
Di nav van binpêkirinan de qedexeya li ser perwerdeyê, mikurhatinên bi zorê, darizandinên neadil û darvekirin hene.