Îran: Amerîkayê bersiv da pêşniyara me
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî li ser pêşniyara ji 14 xalan pêk tê ya ku Îranê pêşkêşî Amerîkayê kiriye axivî.
Beqayî got, "Amerîkayê nêrînên xwe yên li ser plana ku Îranê pêşniyar kiriye gihandin aliyê Pakistanê û ew nêrîn niha tên nirxandin."
Li gorî Televîzyona Dewletê ya Îranê, Îsmaîl Beqayî li ser wê pêşniyara ku welatê wî bi navbeynkariya Pakistanê pêşkêşî Amerîkayê kiriye daxuyanî da.
"Nûçeyên di medyayê de ne rast in"
Beqayî anî zimên ku ew tiştên li ser pêşniyara 14 xalî di medyayê de cih girtine rastiyê nîşan nadin û daxuyand:
"Aliyê Amerîkayê nêrînên xwe yên li ser plana ku Îranê pêşniyar kiriye gihandine aliyê Pakistanê. Ew nêrîn niha tên nirxandin."
Meseleya paqijkirina mayînan
Îsmaîl Beqayî ew îdiayên ku digotin "dê Îran mayînên li Tengava Hurmizê paqij bike" red kirin û got:
"Pêşniyara 14 xalî li ser bidawîanîna şer hûr bûye.
Çarçoveya pêşniyarkirî pêşî li ser rawestandinê ye û piştre jî li ser wê yekê ye ku di nava 30 rojî de hûrgilî werin nirxandin.
Meseleya nukleerî di nav van xalan de nîne. Îdiayên ku dibêjin Îranê soz daye mayînên li Tengava Hurmizê paqij bike, derew û çêkiriyên medyayê ne."
Beqayî diyar kir ku Îran di bingehê de qebûl nake bi ultîmatoman dan û standinan bimeşîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê destnîşan kir ku garantiya peymaneke îhtîmalî, hêza welatê wî ya li qadê ye.