Eraqçî: Em pêbendbûna xwe bi Peymana Rêgirtina li Çekên Atomî dubare dikin
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî pêbendbûna xwe bi Peymana Rêgirtina li Belavbûna Çekên Atomî anî zimên.
Îranê piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê hevahengiya xwe ya li gel Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê rawestandibû.
Ebas Eraqçî ji ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got,"Îran bi Peymana Rêgirtina li Belavbûna Çekên Atomî pêbend e."
Eraqçî ji ber piştgiriya Almanyayê ya ji bo êrişên Îsraîlê yên li Îranê ew welat bi tundî rexne kir.
Wezîrê Derve yê Îranê di berdewamiyê Almanya bi tundî şermezar kir û got:
"Almanyayê bi eşkere piştgirî da êrişa neyasayî ya Îsraîlê ya li Îranê, di nav wan de jî yên li ser saziyên atomî yên parastî.
Her wiha Almanyayê bi awayekî şermane piştgirî da êrişa neyasayî ya Amerîkayê ya li saziyên atomî yên Îranê.
Ev di demekê de ye ku Amerîkayê bi vî karê xwe hem yasaya navneteweyî, hem Peymana Rêgirtina li Belavbûna Çekên Atomî û hem jî Peymana Neteweyên Yekbûyî bin pê kir."
Roja Çarşema vê hefteyê, Îranê bi awayekî fermî hevahengiya xwe li gel Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê rawestand.
Ev yek ji ber wê yekê bû ku ajansê êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê şermezar nekiribûn.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji ser hesabê Xê ji Îranê xwestibû ku ji biryara xwe vegere.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê got: "Ev yek hemû derfetên çavdêriya navneteweyî ya li ser bernameya atomî ya Îranê ji holê radike ku ev ji bo çareseriyeke dîplomatîk gelekî girîng e."
Di 17ê Hezîranê de Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz gotibû, “Îsraîl li ser navê me hemûyan, karê qirêj dike."
Di şerê 12 rojî yê Îran û Îsraîlê de êrişên mezin li dijî saziyên atomî yên Îranê hatin kirin. Îranê jî bi mûşek û dronan bersiva Îsraîlê da.