Li Loristanê helîkoptera Heyva Sor ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Loristanê ya li rojavayê Îranê di encama ketina helîkoptereke Heyva Sor a Îranê de 2 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya Heyva Sor, helîkoptereke ku ji bo xebatên alîkarî û rizgarkirinê şandibûn girên Oştrankuhê ketiye xwarê.

Rêveberiya Krîzan a Loristanê jî ragihand ku di helîkopterê de 9 kes hebûne.

Li gorî daxuyaniyê, di qezayê de 2 kes mirine yên din jî birîndar bûne.

Yek ji miriyan pîlot e û yê din jî alîkarê wî ye.