Îran: Em dê termên malbata Kurd ku li Fransayê xeniqîne vegerînin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand, ew hewl didin termên wê malbata Kurd vegerînin ku hefteya borî di avên navbera Fransa û Brîtanyayê de xeniqîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade dibêje: Wezareta Derve û balyozxaneya Îranê li Parîsê piştî ku nûçeya wê bûyerê gihişt wan bi rêya çavpêketin, nivîsîna daxwazname û têkiliyên berdewam ligel berpirsên têkildar li Parîsê û navçeya ku bûyer lê qewimî, şopandin ji bo nasîna terman kirin. Herwisa lêkolîn li sedemên bûyerê û nasîna sûcdarên bûyerê kirine.
Hefteya borî, roja sêşemê malbateke xelkê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê, ku ji dê, bav û sê zarokan pêk dihat, di dema derbasbûna ji Fransa bo Brîtanyayê di Deryaya Manche de xeniqîn. Di wê bûyerê de du kesên din jî ku ew jî Serdeştî ne, serwindayî ne.
Berê Rêveberê Rojavayê Îranê li Wezareta Derve ya Îranê Cemşîd Perwîzî ragihandibû ku hevkarên me li derveyî welêt di nasîna terman de hevkariya wan kirin, lê pereyên wan nîn in bo vegerandina terman ji bo Îranê.
Kes û karên Resûl Îrannejad ku serokê malbata xeniqî bû dibêjin, anîna cendekan ji bo Îranê pereyekî zêde dixwaze û ew nikarin wê tibaba pereyan dabîn bikin.
Malbata Resûl Îrannejad xwestibûn bi qaçaxî herin Brîtanyayê. Bi gotina şahidhalan, çunke belema wan ji şiyana xwe zêdetir mirov hilgirtibûn, noqî bin avê bû.
Dozdarê Navçeya Dankêrka Fransayê Sebastian Piu dibêje wan “kesekî gumanbar girtine” lê yek ji rizgarbûyên wê qezayê dibêje: “Kesê hatiye girtin ne qaçaxçî bû. Ew jî wek me penaxwaz bû û bi neçarî belem ajotibû.”
Bi gotina rizgarbûyan, qaçaxçî du kesên xelkê Serdeştê bûn.
Li gor agahiyan, 22 kes di belemê de bûn û ji wê hejmarê 21 kes xelkê Serdeştê bûn. Bajarekî ku bi gotina parlamenter Kemal Husênpûr, ji bilî sînoran ti derfeteke wî ya din ji bo dabînkirina debara jiyanê tune, sînor jî niha girtî ne.
Bi gotina nûnerê Serdeştê her ev bû sedem ku di dema 5 heyvên borî de bêtirî hezar kesî koç bikin. Di bajarekî de ku hejmara şêniyên wî nêzîkî 70 hezar kes e.