Îran: Me Kurdistana Mezin têk bir
Navenda Nûçeyan - Fermandeyê Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, plana Kurdistana Mezin di koka xwe de hate fetisdandin.
Fermandeyê Supaya Pasdaran a Îranê, Mihemed Elî Ceiferî îro serdana bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê kir û di merasimekê de ragihand, "plana Kurdistana Mezin di van mehên dawiyê de li navçeyê hate jinavbirin û di koka xwe de hate fetisandin."
Ceiferî got, "dijmin di her warekê de hewl dide ku ewlehiya navçeyê têk bibe, lê hemû hewldanên wan tên têkbirin" û bi gotina wî yek ji wan planan jî, "plana Kurdistana Mezin" bû.
Fermandeyê Supaya Pasdaran amaje bi şerên li hember partiyên Rojhilatê Kurdistanê li parêzgeha Urmiyê jî kir û got, niha ewlehiya wê parêzgehê ji parêzgehên li navenda Îranê jî baştir e.
Ew gotinên Ceiferî di merasima bîranîna kuştiyên Komara Îslamî de bû ku li Urmiyê hate lidarxistin.
Wergêran û nivîsîn: Sîna Soma