Îran: Lîstikvana navdar Terane Elîdostî hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvana navdar a navneteweyî ya ji Îranê Terane Elîdostî ya ji ber ku piştgiriya xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dabû hatibû girtin îro hate berdan.

Lîstikvana navdar a navneteweyî ya ji Îranê Terane Elîdostî îro Çarşemê 4ê Çileya 2023an ji Girtîgeha Êvînê hate berdan.

Taraneh Elîdostî ya 38 salî roja Şemiyê 17ê Berfanbara 2022an bi hinceta belavkirina agahiyên "derew û berovajî" û "tehrîkkirina kaosê" hatibû desteserkirin û paşê bi tohmeta “weşandina naverokên derew û berovajîkirî”, “kişkişkirina serhildanê” û “piştgiriya komên dijberên Îranê” hatibû tawanbarkirin.

Terane Elîdostî roja Yekşemê 18ê Berfanbara 2022an bi hinceta "piştgiriya xwepêşandanên li dijî rejîmê", "parvekirina naverokên derew û berovajî" û "kişkişkirina xwepêşandanan" hatibû girtin û ji bo Girtîgeha Êvînê hatibû şandin.

Elîdostî gelek caran li ser medya civakî piştgiriyê dabû xwepêşandanên ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn.

Taraneh Elîdostî li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyeke xwe ya bê serpoş û di destê wê de pankarta "Jin, Jiyan, Azadi" li ser nivîsandî parvekiribû.

Elîdostî di 8ê Berfenbarê de bertek nîşanî bidarvekirina kesê bi navê Muhsîn Şikarî dabû û gotibû, “Bêdengiya we tê wateya piştgiriya zilm û zaliman. Rêxistinên navneteweyî yên ku li xwînrijandinê temaşe dikin û gavan navêjin, şerma mirovahiyê ne.”

Taraneh Elîdostî bi rola xwe ya di fîlma "Furuşende" (Firoşyar) de ku di sala 2016an de xelata Oscarê ya fîlma herî baş a biyanî wergirtibû bala xelkê kişandibû ser xwe.