HRANA: Li Îranê hejmara kuştiyan derket 6 hezar û 872yan

Hewlêr (Rûdaw) – Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku li Îranê hejmara kuştiyan derketiye 6 hezar û 872yan.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ya ku navenda wê li Amerîkayê ye ragihand, di xwenîşandanên ku ji ber pirsgirêkên aborî dest pê kiriye de heta vêga 6 hezar û 872 kes mirine.

Li gorî amarên dawî yên HRANAyê, li seranserê welêt di dema xwenîşandanan de 50 hezar û 553 kes hatine desteserkirin.

Hat diyarkirin 214 ji kuştiyan hêzên ewlehiyê ne.

Ajansê, roja berê ragihandibû ku hejmara miriyan 6 hezar û 854 e.

HRANAyê da zanîn ku 11 hezar û 280 doz jî hîn di qonaxa lêkolîn û piştrastkirinê de ne.

Destpêkirina xwenîşandanan

Li Îranê xwenîşandanan, 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber pirsgirêkên aborî li Bazara Mezin a Tehranê bi pêşengiya esnafan dest pê kiribû û di demeke kurt de li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûbûn.

Piştî bûyerên ku 8ê Kanûna Paşîn li Tehranê dijwar bûn, birêvebiriya welêt înternet sînordar kiribû.