Îran: Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de heta niha 1045 kes mirine
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Şehîdan û Kar û Barên Qurbaniyan a Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara kesên ku di encama êrişên Amerîka û Îsraîlê de mirine gihiştiye 1045 kesan.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê jî ragihand ku 867 kes di êrişan de mirine.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Huseyîn Kirmanpûr amarên êrişên Îsraîl û Amerîkayê belav kirin.
Huseyîn Kirmanpûr got ku heta niha di encama êrişên Amerîka û Îsraîlê de 867 welatî hatine mirine ku ji sedî 30yê wan li bajarê Mînabê yê parêzgeha Hurmizganê bûn.
Li dibistanekê 168 xwendekar mirin
Her wiha ziyaneke mezin gihiştiye 11 navendên tenduristiyê.
Berpirsên Îranê dibêjin, roja yekem a êrişê li bajarê Mînabê yê parêzgeha Hurmizganê êrişî dibistanekê hatiye kirin û di encamê de 168 xwendekar mirine.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir, "24 karmendên tenduristiyê birîndar bûn û 3 kes jî şehîd ketin."
Li gorî gotina Berdevkê Wezareta Tenduristiyê, 11 navendên tenduristiyê ziyan dîtine û ji kar ketine.
Li akiyê din, Saziya Şehîdan û Kar û Barên Qurbaniyan a Îranê ragihand, hejmara kesên ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li welatê wan de mirine, derketiye 1045 kesan.