Elî Larîcanî: Zêdetirî 500 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî got ku heta niha zêdetirî 500 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin.

Larîcanî her wiha ku ji ber kuştina Rêberê Îranê Elî Xamineyî gef li Serokê Amerîkayê Donald Trump jî xwar û got ku ew dê "berdêlake giran" bide.

Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî îro li ser platforma Xê peyamek belav kir.

Larîcanî di peyama xwe de got, "Birêz Trump ji ber tinazên Netanyahu, gelê Amerîkayê xiste nav şerekî nemerdane yê bi Îranê re."

"Gelo Amerîka yekem e yan Îsraîl?"

Elî Larîcanî amaje bi dirûşma Donald Trump a "Amerîka Pêşî" (America First) kir û got:

"Niha bila hesabê xwe bike, gelo bi kuştina zêdetirî 500 leşkerên Amerîkayê di nava çend rojan de hêj Amerîka yekem e yan Îsraîl?"

Larîcanî tekezî li ser berdewamiya "serkêşiyê" kir û got, "Şehîdkirina Îmam Xamineyî, înşalah dê bibe sedema berdêlake giran ji bo we."

Şerê mezin ê Amerîka û Îranê

Ji sibeha 28ê Sibatê ve êrişeke berfireh û hevpar a Îsraîl û Amerîkayê ya li Îranê dest pê kiriye.

Heta niha hejmareke zêde ya berpirsên bilind, di nav de Rêberê Îranê Elî Xamineyî jî hatine kuştin.

Di beramber de hêzên çekdar ên Îranê jî bi taybetî Supaya Pasdaran bi gelek dron û mûşekan êrişî Îsraîl û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li welatên herêmê kir.