Eraqçî: Karesata nukleerê dê paytextên Kendavê ji holê rake
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bertek nîşanî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Santrala Nukleerê ya Bûşehrê da.
Eraqçî hişyarî da ku karesateke radyasyonê ya îhtîmalî dê li şûna Tehranê, paytextên welatên Kendavê ji hole rake.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Eraqçî di daxuyaniya xwe de berteka welatên Rojava ya li ser şerê li derdora Santrala Nukleerê ya Zaporîjyayê ya li Ukraynayê û bêdengiya wan a li hemberî êrişên li ser navendên nukleerê yên Îranê da ber hev kir.
“Bûşehr 4 caran hat bombekirin”
Eraqçî diyar kir ku Îsraîl û Amerîkayê heta niha 4 caran santrala li Bûşehrê kiriye hedef.
Wî bal kişand ser karesata jîngehê ya ku dibe ji ber van êrişan çêbibe û got:
"Gelo hûn wê hêrsa ku welatên Rojava ji bo şerê li nêzîkî Santrala Nukleerê ya Zaporîjyayê ya li Ukraynayê nîşan dabû bi bîr tînin?
Îsraîl û Amerîkayê heta niha 4 caran êrişî santrala me ya Bûşehrê kir.
Belavbûneke radyasyonê ya îhtîmalî dê ne li Tehranê, lê li paytextên welatên Konseya Hevkariya Kendavê (KHK) dawî li jiyanê bîne."
Armanca sereke navendên petrokîmyayê ne
Wezîrê Îranî tekez kir ku êriş tenê bi navendên nukleerê sînordar nemane.
Eraqçî diyar kir ku navendên pîşesaziyê yên ku "damara aboriya Îranê" ne jî bûne hedef û got:
"Êrişên li navendên me yên petrokîmyayê jî armancên rastîn ên vê operasyonê eşkere dikin."
Ev daxuyaniyên Eraqçî di demekê de ne ku Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) ji ber liv û tevgera leşkerî ya li derdora Bûşehrê dilgiraniya xwe anîbû zimên.
Eraqçî bi peyama "Fatureya qezayeke nukleerî dê ne tenê ji bo Îranê, ji bo hemû herêmê be" bi awayekî nerasterast hişyarî da welatên Ereban ên cîran ên wekî Erebistana Siûdî, Îmarat, Kuweyt û Qeterê.