Li Îranê çar kes bi tohmeta têkiliyên bi Mossadê re hatin darvekirin

04-12-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Îstixbarata Îsraîlê Mossad Darvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê îro Yekşemê 4 kes bi tohmeta karkirina bi îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) re hatin darvekirin.

Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku Huseyin Ordûxanzade, Şahîn Îmanî Mehmûdabad, Mîlad Eşrefî û Manoçehr Şahbendî Becandî bi tawana hevkarîkirina bi îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) re hatine darvekirin.

Malpera Mîzan a dadweriya Îranê got “Îro sibehê cezayê çar endamên sereke yên çeteya mafya ya girêdayî saziya îstixbarata Siyonîst hat înfazkirin.”

Herwiha malperê ragihand ku 3 kesên din jî bi tometa hebûna çek û tawanên dijî ewlehiya netewî ya Îranê bi 5 sal heta 10 sal cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Di Tîrmehê de, dadweriya Îranê girtina hejmarek gumanbarên ku ew îdîa dikin ku bi Mossad re dixebitin ragihandibû.

Sûpaya Pasdaran a Îranê di Cotmehê de ragihandibû ku wan li bajarê Kermanê yê li başûrê rojhilatê Îranê kesekî ku bi sîxurê Îsraîlê tê tawanbarkirin hatiye girtin.

Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî welatên biyanî, nemaze Îsraîl, Amerîka û welatên Ewropî tawanbar kir ku li pişt pêla vê dawiyê ya xwenîşandanên girseyî yên li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê ku bûne sedema tepeserkirineke tund ji aliyê hêzên ewlehiyê ve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst