Şandeya Îranê ji bo dan û standinên bi Amerîkayê re çû Umanê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji bo beşdarî dan û standinên ku dê sibe bi Amerîkayê re werin kirin bibe çû Umanê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Eraqçî û şandeya dîplomatîk a pê re ber bi Umanê ve bi rê ketine.

Beqayî derbarê dan û standinên sibê de got, "Ev hewla dîplomatîk bi armanca gihîştina têgihiştineke adil, rûmetdar û ya ku her du alî qebûl bikin a li ser mijara nukleerî tê meşandin."

Beqayî bal kişand ser wê yekê ku wan ji bîr nekiriye ku Îran dema li ser maseya dan û standinan bû rastî êrişê hat û wiha berdewam kir:

"Di heman demê de parastina berjewendiyên gelê Îranê û parastina aştî û aramiya herêmê berpirsyariya me ye ku em derfeta dîplomasiyê ji dest nedin."

Beqayî diyar kir ku ew spasiya hemû welatên dost, cîran û yên herêmê dikin ku di pêkanîna vê pêvajoyê de rol lîstine û hêvî kir ku aliyê Amerîkayê bi "berpirsyarî, rastbînî û cidiyetê" beşdarî vê pêvajoyê bibe.