Îran: 926 kuştî û 6 hezar birîndarên me hene

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê bîlançoya nû ya êrişên Amerîka û Îsraîlê belav kir.

Wezaretê ragihand ku heta niha zêdetirî 6 hezar kesan birîndar bûne û 926 kes jî hatine kuştin.

Serokê Navenda Pêwendiyên Giştî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Dr. Husên Kermanpûr li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Kermanpûr ragihand ku ev amar encama êrişên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê ne ku ji 28ê Sibatê heta 4ê Adarê hatine tomarkirin.

Amarên fermî yên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê wiha ne:

Birîndar: 6 hezar û 186 kes

Kuştî: 926 kes

Yên li nexweşxaneyê razandî: 2 hezar û 54 kes

Yên ku hatine dermankirin û çûne malê: 3 hezar û 545 kes

Birîndarên di bin 18 salî re: 301 kes

Zarokên kuştî: 180 kes

Emeliyatên ji bo birîndaran: 502

Aloziyên di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de gihiştine asteke metirsîdar û êrişên li ser herêmên cuda yên Îranê bûne sedema ziyanên canî û madî yên mezin.