Îran: 3 karmendên Encumena Şarezayan hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Şarezayan a Îranê ragihand ku di encama êrişên Îsraîl û Amerîkayê de, 3 karmendên encumenê li bajarê Qûmê hatine kuştin.
Roja sêşemê çend cihên li bajarê Qûmê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatibûn hedefgirtin.
Encumena Şarezayan a Îranê îro di daxuyaniyekê de ragihand:
"Ji ber êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li bajarê Qûmê, 3 karmendên ofîsa Encumena Şarezayan hatin kuştin."
Medyaya Îsraîlê: Hemû beşdarên civînê hatin kuştin
Medyaya Îsraîlê jî îdia kir ku êriş di dema civîna encumenê de pêk hatiye.
Li gorî zanyariyan, encumen ji bo hilbijartina rêberê nû yê Îranê civiyabû û hemû endamên ku beşdarî civînê bûne hatine kuştin.
Bîlançoya şerê 5 rojan: 962 kuştî
Êrişa berfireh û hevpar a Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê ji serê sibeya Şemiyê 28ê Sibatê ve dest pê kiriye û heta niha didome.
Wekî bersiv, hêzên çekdar ên Îranê û bi taybetî Supaya Pasdaran, bi mûşekî û dronan êrişî Îsraîl û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li welatên herêmê dike.
Li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, di şerê 5 rojan de 962 mirine û 6 hezar û 186 kes jî birîndar bûne.