Supaya Pasdaran: Me dest bi pêleke nû ya êrişan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan pêla 20î ya êrişên xwe yên li berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê û Îsraîlê daye destpêkirin.

Supaya Pasdaran diyar kir ku operasyon tevlîhev e û bi dron û mûşekan tê kirin.

Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran îro daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêla 20î ya operasyona "Soza Rast a 4an" dest pê kiriye.

Operasyona "Soza Rast a 4an"

Li gorî daxuyaniyê, êriş bi dirûşma ''Ya Muiz El-Muminîn'' tên kirin.

Ew êriş bi awayekî ''tevlîhev, berfireh û curbicur'' li berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê û çendîn armancên li nav axa Îsraîlê tên kirin.

Tolhildana keştiya Denayê

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku ev pêla êrişan a ku bi dron û mûşekan tê kirin, wekî tolhildana têkşikandina keştiya şer a Îranê ''Dena''yê ye.

Keştiya Denayê di encama êrişeke Amerîkayê de li peravên Srî Lankayê hatibû armanckirin û zêdetirî 80 leşkerên Hêzên Deryayî yên Îranê tê de hatibûn kuştin.

Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de 28ê Sibata 2026an dest pê kiriye û heta niha didome.