Supaya Pasdaran gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar
Hewlêr (Rûdaw) - Biryargeha Hemze Seyîduşşuhedayê ya Supaya Pasdaran îdiayên derbasbûna endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya nav bajarên Rojhilatê Kurdistanê red dike û gef xwar.
Biryargehê di daxuyaniya xwe de got, “Di egera pêkanîna her cure kiryarekê ya li dijî yekparçeyiya axa me de, ew dê zemîna jiholêrakirina xwe xweş bikin.”
Biryargeha Hemze Seyîduşşuhedayê ya Supaya Pasdaran a ku li Rojhilatê Kurdistanê çalak e, îro daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de tekezî li ser parastina "aramî"ya navçeyê û Rojhilatê Kurdistanê hat kirin.
"Gotegot ne rast in"
Biryargeha Hemzeyê hemû wan gotegotan red dike ku qaşo endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji sînorên Herêma Kurdistanê derbasî nav Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûne.
Divê were zanîn ku Biryargeha Hemzeyê destpêka salên 1980yî bi armanca sereke ya rûbirûbûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatiye avakirin.
"Dê ti kes bi hawara we ve neyê"
Di daxuyaniyê de gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî hatin xwarin û wiha hat gotin:
“Bila piştrast bin ku di egera encamdana her cure kiryarekê ya li dijî yekparçeyiya axa Îranê de, ew dê zemîna jiholêrakiri xwe ya temamî xweş bikin û ti kes nîne ku bi hawara wan ve bê.”
Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê 28ê Sibata 2026an dest pê kiriye û heta niha jî didome.