Pîlotê Amerîkî hat rizgarkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Axiosê ya Amerîkî ji zarê berpirsên bilind ên Amerîkayê ve ragihand ku hêzên taybet ên Amerîkayê di encama operasyoneke aloz û metirsîdar de, pîlotê duyem ê balafira F-15Eyê ya ku hatibû xistin ji nav Îranê rizgar kiriye.
Hat ragihandin ku pîlot piştî rizgarkirinê gihîştiye cihê ewle.
Li gorî raporê, pêvajoya rizgarkirinê derengiya şeva borî dest pê kiriye.
Tîmeke taybet a artêşa Amerîkayê bi awayekî nihênî derbasî nav axa Îranê bûye.
Dema ku tîma rizgarkirinê gihîşt cihê pîlot, di navbera wan û hêzên ewlehiyê yên Îranê de pevçûnên çekdarî yên giran derketin.
Tevî metirsiyan jî, tîma rizgarkirinê karî pîlot ji wê herêmê derxe û bi rêya helîkopterekê ber bi derveyî Îranê ve veguhêze.
Berpirsên Amerîkî ji Axiosê re ragihand ku pîlot niha li baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li derveyî Îranê ye.
Her wiha hat gotin ku rewşa tenduristiyê ya pîlot baş e lê pêdiviya wî bi çavdêriya bijîşkî heye.
Amerîkayê piştrast kir ku di wê operasyonê de ti endamên tîma wan nehatine kuştin.
Çarenivîsa pîlotê duyem
Ev bûyer piştî wê yekê tê ku balafireke şer a Amerîkayê ya cureyê F-15Eyê li asmanê Îranê hatibû xistin.
Wê demê çarenivîsa yek ji pîlotên balafirê ne diyar bû û vê yekê li Washingtonê dilgiraniyeke zêde çêkiribû.
Beriya niha kanala Al Jazeera Englishê nûçeya rizgarkirina pîlot ji zarê çavkaniyeke hikûmeta Amerîkayê ve belav kiribû.
Wê kanalê ragihandibû ku tîma rizgarkirinê cihê pîlot tespît kiriye lê operasyon ji ber pevçûnên giran rûbirûyî astengan bûye.
Al Jazeerayê her wiha amaje bi wê yekê kiribû ku heta wê demê pîlot ji axa Îranê derneketibû.
Hat gotin ku ji ber berdewamiya şer metirsî li ser jiyana pîlot û tîma Amerîkî hebû.
#VÎDEO - Pîlotê Amerîkî hat rizgarkirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 5, 2026
🔴 Amerîkayê pîlotê duyem ê balafira F-15Eyê ya ku hatibû xistin ji nav Îranê rizgar kir#USA #Iran #Israel pic.twitter.com/CquUPUe7Or