Êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Ehwazê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Parêzgarê Xûzistanê Welîulah Heyatî ragihand ku îro êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Ehwazê hatiye kirin.
Welîullah Heyatî diyar kir ku heta niha ti agahî derbarê zererên canî û birîndaran de pêk nehatine.
Ehwaz navenda parêzgeha Xûzistanê ye û zêdetirî milyonek û 500 hezar kes lê dijîn.
Ev bajar wekî yek ji navendên herî giring ên enerjî û pîşesaziya Îranê tê naskirin.
Ji destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve li Ehwazê herî zêde li baregehên leşkerî hatiye xistin.
Gelek dron û helîkopter li esmanê bajêr digerin.
Ji ber vê metirsiyê, îro nûnerê Welî Feqîh ê li parêzgeha Xûzistanê Ebdulebî Mûsewîferd, bi çekên dij-dron li deştên Ehwazê derket pêş çavan.